Serokê Meclisa Bilind ya girêdayî Wîfaqê Xalid El-Mişerî peymana petrolê red kir

Piştî îmzekirina peymana petrolê di navbera Hefter û Mi’êtîq de, serokê Meclisa Bilind a Dewletê ya girêdayî Wîfaqê Xalid El-Mişerî, ev peyman red kir.
Berya destpêkirina civîna Cinêvê jî, di nava çend rojên bê de, serokê Parlemena Lîbî Uqeyle Salih, serdana Rûsyayê dike.

Serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El-Mişerî, peymana petrolê ya di navbera Hefter û Mi’êtîq de, ya ji bo vekirina zevî û bendergehên petrolê, red kir.

El-Mişerî di nameyekê bo hikumeta Wîfaqê de destnîşan kir ku ev peyman, desthilatariya rewa binpê dike û banga vekirina lêpirsînekê ji bo vê yekê kir.

Mismarî: Mişerî pereyan ji Qeter û Tirkiyê digire da ku xizmeta Ixwanan bike

Li gorî dezgehên ragihandinê, duh berdevkê artêşa niştimanî Ahmed El-Mismarî, di civîneke çapemeniyê ya li Benxazî de, rexneyên tund li Xalid El-Mişerî kirin û ew bi xiyanet û xizmeta Ixwanan tawanbar kir.

Mismarî got:

Mişerî peryan ji Qeter û Tirkiyê distîne, da ku xizmeta Ixwanan bike û ew ti karî ji bo Lîbyayê nake.

Uqeyle Salih di nava çend rojan de serdana Rûsyayê dike

Li aliyekî din, hat ragihandin ku di nava çend rojên bê de, serokê Parlemana Lîbî Uqeyle Salih, serdana Rûsyayê dike.

Serdana Salih, piştî ku Tirkiye ragihand ku ew û Rûsya derbarê Lîbya û Sûriyê de lihev kirine, pêk tê.

Çarşema borî, serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz Serac ragihand ku meha bê ew ê ji karê xwe istîfa bike.

Çavdêr dibînin ku ev gava Serac wê aloziya li Lîbyayê kûrtir bike, her wiha wê şerê di navbera çeteyên Terablusê de jî gurrtir bibe.

Îna borî, fermandarê giştî yê artêşa niştimanî Xelîfe Hefter û cîgirê Meclisa Serokatiya Lîbî Ehmed Mi’êtîq, ji bo berdewamkirina hinardekirina petrolê peymanek îmze kir.

Back to top button