Îbrahîm Şêxo: Rapora NY rê li darizandina Tirkiyê vedike

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY’yê gaveke sereke ye ji bo destpêkirina lêpirsînan di Dadgeha Sûcên Navneteweyî de. Şêxo destnîşan kir ku rapor ji sedî tenê 30 sûcên rojane yên li dijî şêniyên resen ên Efrînê rave dike.

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Mafên Mirovan a NY`yê di 14`ê Îlonê de derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê Girê Spî pêkaniye raporek parve kir.

Girêdayî mijarê, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ANHA’yê re axivî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta tirk piştî ku Efrîn dagirkir niha bi rêbazên kuştin, revandin, destirêjî, xwastina fidyeyê kurdan dide koçberkirin û demografiya herêmê digûherîne.

Şêxo got rêjeya kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû niha ji sedî 20 maye, hemû kurd dan koçberkirin.

Niha dewleta tirk bi ferzkirina zimanê Tirkî, bilindkirina alên Tirkiyê dixwaze Efrînê jî wekî Lîwa Iskenderon tevlî erdê xwe bike.

Şêxo dazanîn ku ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha jî ew sûcên şer ên dewleta Tirk belge dikin ji NY’yî re dişînin.

Şêxo daxuyakirin ku NY’yî sûcên şer ên dewleta Tirk dixwaze di bin sûcên kesayetê de berpirsiyariya dewleta Tirk a dagirker ji wan sûcan veşêre.

Şêxo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY’yê û got:

“Tevî ku raporê tenê bal kişand ser parçeyekî biçûk ê sûcên ku rojane li Efrînê pêk tên jî, girîng e.

Ev lêpirsîn û tewanbarkirina fermandarên Tirkiyê di Dadgeha Sûcên Navneteweyî de rêya hesabxwestinê ji Tirkiyê re vedike.”

Evîn Hec Hemo: Rapora neteweyên yekbûyî kêm e

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Hec Hemo jî Rapora NY kêm dît û got:

Tevî hebûna belge û delîlan, lê komîteyê sûcên li dijî jinan belge nekirine. Rapor ne temam e.

Em hêvî dikin ku di demeke zû de dosyayeke din girêdayî sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, were vekirin.

Em ji rêxistinên mirovî yên cîhanê hêvî dikin ku hewl bidin dengê jinên Efrînê yên revandî û hatine tecawizkirin, bigihînin qadên navneteweyî.”

Back to top button