Li herêmên parastinam medyayê şereke dijwar rû dide. Tirkiyê duh li dijî qadên Girê Cûdî, qadên FM yên Zapê û Girê Hakkarî yê Metînayê êrişeke dagirkeriyê nû da destpêkirin.
Li gorî çavkaniyên Ajansa Firatê artêşa Tirk duh qadên Girê Cûdî, qadên FM yên Zapê û Girê Hakkarî yê Metînayê bi balefir û helîkopteran bombebaran kir û êrişeke dagirker da destpêkirin.
Heman çavkanî eşkere kir ku di navbera artêşa dagirker û gerîlayên azadiyê de şerekî giran rû da.
Hêjayî bîrxistinê ye ku doh gerîla li herêma Zap û Avaşînê derbeke giran li dagirkeran xist, di encam de 2 jê payebilind, 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û çekên wan ketin destê gerîlayan.