PARÊZERÊN OCALAN: DIVÊ CPT ENCAMÊN SERDANÊ GIRTIGEHAN ZÛ PARVEBIKE

Ji parêzerên Ocalan parêzer Serbay Koklu, serdana CPT’yê ya piştî 3 salan a ji bo Îmraliyê nirxand.
Koklu diyar kir ku Komîteya Rêgirtina Li Ber Êşkenceyê ya Ewropayê CPT, encamên serdana xwe ya 2016’an di 2018’an de aşkere kiriye û got:
“Divê CPT, encamên vê serdana xwe li gor hiqûqê zû parve bike.”

Ji parêzerên Ocalan parêzer Serbay Koklu, serdana Komîteya Rêgirtina Li Ber Îşkenceyê ya Ewropayê CPT’yê ya piştî 3 salan a ji bo Îmraliyê nirxand.

Koklu diyarkir ku ji sala 2015’an heta 22 Gulana 2019’an bi Rêber Ocalan re 4 car hevdîtin hatiye pêkanîn.

Ev yek jî ji ber berxwedan grevên birçîbûnê hatiye kirin.

CPT di 6-17’ê Gulana 2019’an de hat Tirkiyê.

Koklu bi bîr xist ku CPT, encam û çavdêriyên xwe yên serdana 2016’an di sala 2018’an de parve kirine û ev tişt anî ziman:

“CPT, encamên serdana xwe ya sala 2016’an di 20’ê Adara 2018’an de parve kirin.

Di pêvajoyeke wisa xedar û her diçû tecrîd kûrtir dibû de CPT encamên serdana xwe pir dereng parve kir û ev bû cihê pirsgirêkeke cidî.”

Ji parêzerên Rêber Ocalan Serbay Koklu anî ziman ku, divê CPT hevdîtina xwe ya di 6-17’ê Gulana 2019’an de, di nav de Îmralî yên ku li girtîgehan pêk hatibû zû eşkere bike.

Leave a Reply

Back to top button