Ji bo amadekariyên kongreya giştî ya Yekitiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li bajarê Qamişlo Konferansa 3’emîn a Yekitiya Dermanfiroşan hat lidarxistin.Di konferansê de pirsgirêkên pîşeyî, peydakirina dermanan û pêşkêşkirina wan ji gel re, hatin nîqaşkirin.
Yekîtiya dermanfiroşên Qamişlo ji bo amadekariya kongreya giştî ya Yekitiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li bajarê Qamişlo Konferansa 3. li dar xist.
Di konferansê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed, hevserokên TEV-DEM’ê Zelal Cîger û Xerîb Hiso û dermenfiroşên bajêr amade bûn.
Di konferansê de pirsgirêkên pîşeyî, astengî, dabînkirina dermanan û pêşkêşkirina ji gel re piştî bihabûna wan, hatin nîqaşkirin.
Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Cîger axivî û rewşa ku herêm tê re derbas dibe, nexasim êrîşên dewleta tirk, nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk şêniyên herêmê li dijî gelê wan dide şerkirin.
Piştre rapora salane ya Yekitiya Dermanfiroşên Qamişlo hat xwendin û nirxandin li ser hat kirin.
Tê payîn ku meclisa rêveberiya yekîtiyê ya nû jî di konfransê de were avakirin.
Hêjayî gotinê ye beriya Kongreya Giştî ya Yekitiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, were lidarxistin, wê konfransên wiha li tevahiya bajaran pêk werin.