Di Kovara Fîzîkê ya Felekî de hat ragihandin ku derveyî deryastêrka me, gaza jiyanê hat vedîtin.
Feleknasan ragihand ku cara yekem e gaza jiyanê ‘Oksijîn’ derveyî deryastêrka me “Riya Kadizan” yan jî Derb El-Tebane tê vedîtin.
Li gorî feleknasan, ev deryastêrk 581 milyon salên şewqê dûrî ‘Riya Kadizan’ e.
Feleknas John Wang ê navenda Shangahai diyar kir ku gaza Oksijîn ‘231 Markarian’ li wir heye.
Bingeha vê gazê, ne wekî ya ku mirov dikişîne ye, ji ber ku tê de Nitrogen, Carbon dioxide û Methane nînin.
Vedîtin, bi riya navendên çavdêrî, tiliskoba “IRAM” a 30 metre li Îspanya û tiliskoba “NOEMA” li Fransayê pêk hat.
Li gorî lêkolîna feleknasan, ev vedîtin wê bihêle ku zanisvan rola vê gazê di pêşveçûna gerestêrk, stêrk û deryastêrkan de fêm bikin.