Kesekî ji bajarê Kobanê, ji ber vîrûsa Coronayê li bajarê Bremen ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da.
Xalid Mihiye El-Dîn Hemo ê (55) piştî ku bi Coronayê ketibû û 10 rojan di nexweşxaneyê de mabû, duh êvarî jiyana xwe ji dest da.
Hemo, ji gundê Zerkotik ê rojavayê Kobanê ye û bavê 6 zarokan e û beriya 3 salan çûbû Almanyayê.
Hate zanîn, Xalid Hemo di veguhestina pereyan de dixebitî û tevî malbata xwe ketibû navendên tenduristiyê.
Heya niha, li bajarê Kobanê, gundên wê û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ti kes bi vîrûsa Coronayê neketiye.