Vîrûsa Corona ku jiyan li Cîhanê kiriye, kabûs, rojane bi hezaran qurbanî li bîlançoya xwe zêde dike. Jimara giştî ya kesên bi vîrûsê ketine nêzî 2 milyon û nîvan dibe, zêdetirî 160 hezar kes jî mirine, Li Amerîka tenê zêdeyî 40 hezar kesî ji ber vîrûsê mirine.
Li Amerîkayê ku di asta yekemîn a hejmara qurbaniyan de, hejmara miriniyan 40 hezar derbas kir.
Her wiha kesên pê jî ketine nêzî 760 hezarî bûye.
Piştî Amerîka, Îtalya tê ku ku heta niha 23 hezar û 660 kes bi vîrûsê mirine û 178 hezar û 972 kes pê ketine.
Lî Spanyayê jî ku di asta sêyemîn a cîhanî de ye, heta niha bêhtirî 20 hezar kes mirine û 195 hezar û 944 kes pê ketine.