Bi hatina biharê re welatiyên herêma Firatê dest bi çandiniyê dikin. Şêniyên gundewarên Kobanê derbarê komkirina behîv-tirş, behîv û feydeyê wê ya li ser laşê mirovan dibêjin: “Ji bo bedena mirovan xurt bibe her roj xwarina behîv an jî behîv-tirtş baş e.”
Bihar vejîna nû ya xwezayê ye.
Dema germehî zêde dibe, kulîlk, gul û dar pelên xwe hêdî bi hêdî vedikin, bi vê yekê mizgîniya demsala biharê dide.
Li Kobanê jî darên mişmiş û behîvan gelek in.
Bi hatina biharê re darên behîvan kulîlkên xwe vedikin. Behîv-tirş jî wekî destpê-kirina fêkiya biharê tê nasîn.
Çawa ku gûz ji bo nexweşiya feydê xwe heye, behîv û behîv-tirş jî ji bo nexweşiyan feydê xwe hene.
Rojê kulmek behîv-tişk- yan jî behîv ji bo nexweşiya pençeşêr, kuxik, nexweşiya şekir û nexweşiya cild baş e.
Bi hatina biharê re jinên Kobanê dest bi komkirin û zuhakirina behîv-tirş kirin û nêrînên xwe anîn ziman.
Ezîme Mehmûd bal kişand ser darên behîvan û got:
Her sal em baxçê xwe cot dikin, darê behivan jî kedekê dixwazin.
Di salên derbasbûyî de ji bo karibin debara xwe bikin me behîv-tirş jê dikir û difirotin, piştî ev nexweşiya Vîrusa Korona derket me îsal nefirot ji ber ku berhemê wê ne-zêdebû.
Behîvên ku tên hişkkirin, dikevin nav xwerinê û ji bo dermanê xwezayî tê bi kar anîn.
Eyşe Mistefa jî diyar kir ku bi hatina biharê re kulîlkên dara behîvan vedibe, reng û xweşikbûyîn dide xwezayê û dibêje:
Axa herêma Firatê pir bi bereket e, her gund li gor derfetên xwe çandiniya erdan dike.
Bi hatina cejina Newrozê re darên behîvan êdî kulîlkê xwe vedikin û piştî 15-20 rojan jî behîv-tirş çêdibe.
Di dema komkirina behîvan de jî, em hemû alîkariya hev dikin.