Dayika aştiyê Fehîme Tûran ji ber nexweşiya Penceşêrê jiyana xwe ji dest da

Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Fehîme Tûran ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Fehîme Tûran a 59 salî ev nêzî 2 salin ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawiya xwe dikir.

Ji ber nexweşiyê dayika Aştiyê Tûran li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tûran li Goristana Dogan-çayê hat veşartin.

Ji ber ne derketina derve ya ji bo vîrûsa coronayê hatiye ragihandin, tenê xizmên Tûran tevlî merasîma cenaze bûn.

Back to top button