Şehîdên komkujiya Qereçoxê li cihê bûyerê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û Koordînasyona Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn. Ji ber tirsa ji vîrûsa Coronayê şehîdên komkujiyê tenê bi daxuyaniyekê hatin bîranîn. Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiyê hatin bîranîn û soza bilindkirina asta têkoşîna li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyan wê, da.

 

Îro savegera komkujiya Qereçoxê ye ku 25’ê Nîsana 2017’an ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatibû.

Di encama wê komkujiyê de 20 şervên YPG û YPJ’ê û rojnamevan şehîd bûbûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û Koordînasyona Kongreya Star li çiyayê Qereçoxê şehîd bîranîn.

Ji ber xweparastina ji vîrusa Coronayê merasîma bîranînê di asta xwendina daxuyaniyê de pêk hat.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Semîra Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn û wiha hat gotin:

Topbarana li ser Qereçoxê di demeke wisa de pêk hat ku DAIŞ’ê tirs xistibû dilê cîhanê û di Reqa û Tebqayê de dorpêçkirî mabû.

Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta tirk ya li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê hate bibîrxistin û ev yek jî weke binpêkirina dewleta Tirk e ya li herêmê hate detnîşankirin.

Li dijî vê dagirkeriyê jî aliyan bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta têkoşîna li dijî faşîzma dewleta Tirkiyê û çeteyan wê, da ku li herêmê aştî û aramî mîsoger bibe.

Piştî daxuyaniyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star berê xwe dan goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê da ku serdana gorên şehîdên komkujiyê bikin.

MXDŞ: Divê gelê me, li dijî êrîşan rêxistina xwe xurtir bike

Heman êrîşa li ser Qereçox li dijî Şengalê jî hatibû kirin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Qereçox û Şengalê şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze îradeya gelê Şengalê tine bike û dîsa Şengaliyan ji ser axa wan bide koçber kirin.

Meclisê destnîşan kir ku tevî hemû êrîş û gefan, wê dagirker nikaribin îradeya gelê Êzîdî tine bikin.

Back to top button