Rabûna Şîpa Kendavê wê rê li ber felaketa guherîna avhewa veke

Li cîhanê guherînên di rewşa avhewayê de, êdî bi awayekî zelal tên dîtin.
Guherîna Şîpa Kendavê ya parçeyek ji Şîpa Bakurê Atlantîke bandoreke zêde li ser rewşa cîhanê dike.
Pispor jî dibêjin, Şîpa Kendavê herî zêde bandora xwe li Ewropa dike.

Guherîna rewşa avhewayê li cîhanê bi şêwazên cuda xwe dide nîşandan.

Guherîna Şîpa Kendavê ya parçeyek ji Şîpa Bakurê Atlantîke di serî de Ewropa wê bandoreke zêde li ser giştî cîhanê bike.

Ji Enstituya Lêkolînên Bandûra avhewa Potsdam ya Almanya Niklas Boers li ser mijarê gotarak ji govara Nature Climate Change re nivisî.

Li gorî Boers hevsengiya ava sar û germ ya li oqyanûsan ji sedsala derbasbûyî kêmtir bûye.

Ev sîstema navê Rêwîtiya Tevgerê ya Atlantîka Merî-dûnal (Atlantic Meridional Motion Circulation) lê hatî kirin, ava germ ji tropîkan ber bi bakur ve, ber bi rûyê okyanûsê ve û ava sar heta kûrahiyên deryayê li başûr hildigire.

Ev sîstema ku Şîpa Atlantîka Bakur jî di nav de, bandoreke giştî li ser avhewayê dike û tê zanîn ku dibe sedem avhewa li Ewropayê nerm bibe.

Eger ev sîstema heyî ji holê rabe, li Ewropayê xeteriyeke mezin a sarbûnê heye.

Ev yek jî wê bahozên tropîkal bi xwe re bîne.

Pisporê avhewayê Boers diyar kir ku hêza heyî niha di “nuqteya herî qels a hezar salî” de ye.

Lê belê heta niha nehate zanîn ku ev yek tenê ji ber guhertineke xwezayî yan jî bêserûberbûna sîstema heyî ye.

Boers li ser rûyê Oqyanûsa Atlantîkê pirsên têkildarî germahî û xwê lêkolîn kir.

Di lêkolîna ku encama xebatên 8 cureyên cuda de derket holê ku di sed salên borî de kêmbûna Rêwîtiya Tevgerê ya Atlantîka Merîdûnal, dibe ku ji ber “windabûna aramiyê” bû.

Yên ku ji vê rewşa heyî bandor dibin, helîna qeşayê yên li Gronland û Oqyanûsa Arktikê, zêdebûna baran û herikîna ava vexwarinê vê yekê nîşan dide.

Boers got, ew ne li bendê bûn ku herîkînek bi vî awayî ya ava vexwarinê bandorê bike.

Lêkolîner dibêjin ji bo rewşa heyî pêwistî bi lêkolînek hîn berfirehtir heye.

Di heman demê de, teqez kirin ev rewş badora xwe rasterast bi guherîna rewşa avhewa ve heye.

Back to top button