HDP: Em sersaxiyê ji malbatên 21 qurbaniyên qezaya Dêrika Mêrdînê re dixwazin

Di buyera bi guman a qezaya li Dêrika Mêrdînê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Şandeyek ji HDP’ê li Dêrikê bû û beşdarî merasîma cenazeyan bû. Şandeya HDP’ê got: “Kujerê 21 kesan, Cengîz Holdîng a ku pişta xwe daye desthilatê ye”

Li navçeya Dêrîk a Mêrdînê, duh barhilgirek li nava qerebalixiya welatiyan qelibî û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn..

Ev qeza jî bi idaiya ku firêna barhilgirê teqiya ye û ji kontrolê derketiye hat ziman..

Piştî qezayê, şandeyeke ku Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay jî di nav de, derbasî navçeya Dêrîkê bû û tev li merasîma cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan bûn.

Şandeya HDP’ê piştî veşartina cenazeyan, li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Dêrîkê daxuyanî da.

Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku daxuyanî da, sersaxî ji Dêrikiyan re û ji birîndaran re jî şifa xwest û got:

“Îro dema em ji cihê bûyerê re derbas bûn me dît, du qeza pêk tên lê rê nayê girtin.

Di navbera du qezayan de 20 deqîqe hene.

Heke di demê xwe de bergirî hatibûna wergirtin, komkujiya duyemîn pêk nedihat.

Heke barê barhilgiran hatibûya kontrolkirin ev yek pêk nedihat.

Cengîz Holdîng nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike.”

HDP: Kujerên 21 kesan cengîz holdîng e ku pişta xwe daye desthilatê

Ebrû Gunay her wiha anî ziman ku Cengîz Holdîngê pişta xwe daye desthilatê û her cure komkujiya xwezayê û kuştina mirovan ji xwe re weke mafekê dibine û got: “Hûn berpirsyarên sereke ne. Kujerê 21 kesan, Cengîz Holdîng e.”

Salîha Aydenîz: Kesên ku Kurdistanê talan dikin nikarin gel biparêzin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ev yek anî ziman: “Kesên xwezaya Kurdistanê talan dikin, nikarin gel biparêzin.

Esas ji ber vê li Kurdistanê talana xwezayê heye.”

Back to top button