Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku sedema zêdebûna tundiya li dijî jinê, dewlet bi xwe ye. Di vê dema Coronayê de jî jimara zêde jin bêkar in. Ayşa Başaran got: Tecrîda li dijî Rêber Ocalan gefeke mezin e, divê tecrîd bidawî bibe.
Bi belavbûna vîrûsa Corona û hiştina li malê re, tundiya li dijî jinan zêdetir bûye.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser hesabê medyaya civakî ya partiya xwe bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jinan şermezar kir.
Ayşe Acar Başaran got: Li dijî zêdebûna tundiyê, li cihê ku tedbîran bigire, qanûna Înfazê xiste dewrê.
Vê yekê, rê li ber zêdebûna kuştin û tundiya li dijî jinan zêdetir kir.
Ji ber Corona jimara zêde jin bêkar in
Ayşa Başaran bi boneya 1’ê Gulanê balkişand ser bêkariya jinan û diyar kir ku ji 10 jinan, tenê 2 jin dikarin kar peyda bikin.
Ew jin jî bê parastin û ewlehî dixebitin. Niha di vê demê, rêjeya zêde yê bêkariyê mixabin dîsa jî jin in.
Tecrîd gefeke mezin li dijî ocalan e
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê balkişand ser tecrîda li ser rêber Ocalan û destnîşan kir ku di vê pêvajoya coronayê de di serî de Ocalan û tevahî girtî, gefa mezin a tendirustiyê ye.
Ayşe Başaran got: Divê tecrîd were rakirin û derbarê tendirustiya Ocalan de daxuyaniyên girîng werin dayin. Her wiha tevahî girtî jî werin berdan.