Fermandarê Giştî yê QSD’ê jî, Mezlûm Ebdî, erêkirina kabîneya nû ya Iraqê li serokwezîr El-Kazimî pîroz kir.
Mezlûm Ebdî tiwîtek belav kir û têkildarî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê anî ziman ku ew hêvî dike hikûmet nû hikûmeta çareseriyê be ji bo Iraqê.
Mezlûm Ebdî got:
“Em hêvî dikin ji bo xebata li dijî terorê û pêkanîna aramiyê li Sûriye û Iraqê, hevkarî navbera me û Iraqê de xurtir bibe.”