Dewleta Tirk a dagirker piştî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kir, hêzeke zêde li Herêma Biradostê bi cih kir. Dewleta Tirk tevî leşkeran, gelek amûrên leşkerî û ji bo çêkirina rêyan jî treks û dozer şandin herêmê.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker duh bi şev hêzek zêde biriye Herêma Biradostê.
Hat zanîn, gelek amûrên taybet yên leşkerî jî li herêmê hatine bicihkirin.
Çavkaniyan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, ji bo çêkirina rêyan jî gelek maşîne li Çiyadol a ser bi Herêma Biradostê ya ser bi Hewlêrê ve bi cih kirine.
Hêjayî gotinê ye, baregehên pêşmergeyên PDK’ê jî nêzî heman deverê ne.