Rêveberiya bendava Tişrînê ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hişyarî da. Rêveberiya bendavê diyar kir ku saetên dayîna kehrebeyê ji stasyona Firat û Tişrînê ji sedî 33 kêm bûne.
Rêveberiyê diyar kir ku bi kêmkirina rêjeya ava Firatê bandoreke neyînî li ekolojiyê û aboriya civakê dibe.
Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî şerê xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dimeşîne.
Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ku dewleta Tirk pê dilîze jî, wê li herêmê bibe sedema krîza ava vexwarinê.
Saetên dayîna kehrebeyê jî kêm dibin û berhemên herêmî yên li ser qiraxên çem kêm dibin.
Rêveberiya bendavê bi daxuyaniyekê ragihand ku saetên dayîna kehrebeyê ji stasyona Firat û Tişrînê ji sedî 33 kêm bûne.
Tenê 12 saet kehrebe tê dayîn, beriya wê jî 18 saet bû û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dihat belavkirin.
Rêveberiya bendava Firatê diyar kir ku bi kêmkirina rêjeya ava Firatê bandoreke neyînî li ekolojiyê dibe.
Her wiha bandorê li aboriya civakê û ewlehiya giştî ya şêniyan jî dibe.
Rêveberiya bendavê anî ziman ku dewleta Tirk ji bendava Firatê 6 bendavên din ava kirine.
Li gorî lihevkirina derbarê çemê Firatê de ku sala 1987’an di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatiye îmzekirin, para Sûriyê ji avê di her xulekekê de 500 metrekabik e.