Ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê ku wê 10’ê Cotmehê pêk were, li Şengalê xebatekî berfireh tê meşandin.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi namzetiya Şêx Semîr Derwêş li gund, bajarok û navçeyên Şengalê digere û karê hilbijartinê dike.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Iraqê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ serdanên xwe yên ji bo gel zêde kirine.
Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş jî li gund, bajarok û navçeyên Şengalê digere û xebatên hilbijartinê dike.
Doh li navçeya Tilizer yê Şengalê gel bi mîtîngeke girseyî Şx Semîr Derwêş pêşwazî kirin.
Şêx Semîr Derwêş li mîtîngê axivî û diyar kir ku wê heta dawiyê ji bo civaka xwe bixebite.
Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.