Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe careke din êrîş birin ser gundên Girê Spî û sivîlek birîndar bû.
Vê sibehê Artêşa Tirk a dagirker gundê Evdiko yê rojavayî bajarê Girê Spî topbaran kir.
Di encamê de, sivîlek birîndar bû.
Ji ber topbaranê, nasnameya sivîlê birîndar nehat eşkerekirin û sivîl jî hîna li gund in.
Duh jî di saetên şevê de, artêşa dewleta Tirk gundê Silîp ê rojavayê bajarê Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.
Der barê encamên êrîşê de, ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.