Berpirsê berê yê Pentegonê Michael Rubin ji Amerîka û Ewropayê xweset ku li ser destekdayîna komên çete yên li Sûriyê, hesab ji Tirkiyê bixwazin.
Michael Rubin diyar kir ku tekane rêbaz ji bo hesabxwestina ji Tirkiyê, ew e ku Ewropa darbeyekê li Tirkiyê bide.
Rubin dibêje:
“Ji bo darbe bi-hêz be, divê Yekîtiya Ewropayê yekser ketina balafirên Tirkiyê ji bo balafirgehên xwe, qedexe bike.
Hemû rêwîtiyên asîmanî yên ber bi beravên Deryaya Îga û ya Spî ve, rawestîne.”
Rubin xemgîniya xwe têkildarî bêdengiya Ewropa, Trump û Jeffrey li hemberî kirinên dewleta Tirk, anî ziman û destnîşan kir ku divê Kurd ji bo cezakirina Tirkiyê, zextê bikin.