SELMA IRMAK: EM BI BIRYAR IN

Parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak ku 16’ê Çile ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, peyam da ku ew bi biryar in tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bişkînin.

Li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan herdu parlementerê berê yên jin Sabahat Tuncel û Selam Irmak 14 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne…

Selma Iram ji Zindana Kandirayê, têkildarî armanca çalakiya xwe peyamek ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê şand..

Irmak diyar kir ku ew serbilind û bi kelecan in ji ber ku bi berpirsyariya hêviya li dijî bêhêvîtiyê radibin û wiha got:

Tecrîdkirina Birêz Ocalan li dijî pîvanên exlaq û mirovahiyê ye. Civaka me dixwaze şert û mercên azad ên ji bo jiyan û xebata Birêz Ocalan werin afirandin.

Dewleta Tirk li şûna ku guh bide daxwazên civakê, hewl dide çalakiya greva birçîbûnê têk bibe.

Hevrêya me Leyla Guven 8’ê Mijdarê ji bo şikandina tecrîdkirê dest bi çalakiyê kir.

Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku jin pêşengiya berxwedaneke wiha dikin. Li dijî tarîtiyê dibin ronahî û hêviyê zindî dikin.

Bi vê hest û baweriyê, di serî de Leyla Guven, ez hemû jinên berxwedêr û çalakgerên li zidanan, Strasboûrg û Hewlêrê silav dikim.

Dinya tev, dost û dijmin baş zanin ku Birêz Abdullah Ocalan îradeya gelên neteweya demokratîk e.

Tecrîda li Îmraliyê, sîstemeke teslîmgirtinê. 20 sal in ji bo îradeya civaka me bişkîne dewam dike. Lê encam negirtiye, wê nikaribe bigire jî.

Em bi biryar in ku vê sîstemê bi temamî ji holê rakin.

Ji bo serkeftina me pêwîstî bi berpirsyarî û rêxistinbûneke mezintir heye.

Leave a Reply

Back to top button