Bi armanca alîkarî û teqeziya li ser serweriya Iraqê, îro çarşemê, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bo cara yekem, serdana Iraqê dike.
Macron ku 2 rojan li Beyrûtê ma, îro berî dide Bexdayê û biryar e ku çend saetan li wir bimîne û çend hevdîtinan bi berpirsên Iraqî re pêk bîne.
Serokkomarê Fransayê duh di civîneke çapemeniyê li Beyrûtê de got:
”sibe sibehê ez ê li Iraqê bim û ez ê bi hevkariya NY, destpêşxeriyekê ji bo destekdayîna serweriya Iraqê bidim destpêkirin”.
Macron îna borî ragihandibû ku gelê Iraqê demeke dirêj e azaran dikişîne û divê em rê nedin hêzên herêmî û yên terorîst, ku li Iraqê bibin serwer.
Macron diyar kir ku rayedar û gelê Iraqê baş vê yekê dizanin û dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin û rola Fransa ew e ku alîkariya wan bike.
Berpirsekî Iraqî jî diyar kir ku ev serdana Macron, nameyek ji bo Tirkiyê ye ku ev demeke êrîşan dibe ser başûrê kurdistanê.