ŞEŞ WEZÎRÊN KARÊ DERVE YÊN EREB JI BO SÛRIYÊ LI HEV DICIVIN

Wezîrên Karê Derve yên Siûdiyê, Îmarat, Bahrên, Kuwêt, Misir û Urdunê roja Pênşemê li hev dicivin.

Civîn wê li Urdunê were lidarxistin û armanca lidarketina wê ya sereke jî aloziyên li herêmê ye.

Tê zanîn ku ev çend sal in, ji bilî aloziya Îsraîl û Filistînê, Rojhilata Navîn bi giştî û welatên mîna Sûriye, Îraq û Yemenê bi tabybetî aloziyên kûr dijîn.

Her wiha lidarketina vê civînê rastî gotûbêjên der barê vegera Sûriyê nava Koma Erebî de tê.

Endamtiya Sûriyê ji Koma Erebî di despêka aloziya Sûrî de hatibû rawestandin.

Vê dawiyê jî, Îraq, Lubnan û Tunisê xwestin Sûriye vegere û weke berê cihê xwe di nava welatên Ereban de bigire.

Leave a Reply

Back to top button