Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 65 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 2 rewşên mirinê hatin tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 65 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî;
- 16 li Dêrikê
- 12 li Hesekê
- 11 li Qamşlo
- 8 li Reqa ne
- 6 li Dirbêsiyê
- 3 li Kobanê
- 2 li Girkê legê
- 2 li Dêra Zorê
- 2 li Tebqa
- 1 li Amûdê
- 1 li Tipêsbiyê
- 1 li Rimêlan
Desteyê diyar kir ku, kesek li bajarê Dêrikê, yek jî li bajarê Qamişlo bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 40 jî rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 689’an, 198’an ji wan baş bûne û 42’an jî jiyana xwe ji dest daye.