Eyşe Hiso: Tecrîda li dijî Ocalan şêwazekî şerê li dijî gelê Kurd e

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso anî ziman ku “Tecrîda Tirkiye li ser Rêber Ocalan ferz kiriye, şêwazekî şerê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ê li seranserê Kurdistanê ye.” Eyşa destnîşan kir ” Tirkiye baş dizane ku çareserî li Îmraliyê ye lê çareseriyê naxwaze.”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Eyşe Hiso anî ziman “Şerê ku Tirkiye li dijî gelê Kurd dimeşîne di hemû aliyan de, dewam dike û tecrîda li ser Rêber Ocalan şêwazekî şerê Tirkiyê li dijî gelê kurd e.”

Eyşe pişrast kir ku hikumeta Herêma Kurdistanê helwesteke zelal li hemberî êrişên qirkirinê ên li dijî gelê Kurd, nîşan nade û Bêdengiya wê jî êrişan rewa dike.

Tirkiye çareseriyê naxwaze

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso di dawî de tekez kir ku Rêber Ocalan çareseriya siyasî ya doza Kurdî pêşkêş kir lê Tirkiye çareseriyê naxwaze.

Back to top button