Rakirina cezaya li ser Îranê piştî 20 Îlonê wê bidome

Brîtaniya, Fransa û Almanya ragihand ku rakirina cezaya NY a li ser Îranê wê piştî 20 Îlonê dewam bike.

Aliyên Ewropî di nameyekê de ji konseya ewlekariya navnetewî wiha got:

Ji nû ve sepandina cezaya qedxekirina çekan li ser Îranê, wê bê bandora qanûnî be.

Brîtaniya, Fransa û Almanya diyar kir ku ew pabendî lihevkirina nûklerî bûn û hîn jî dibin.

Amerîka jî zextê li Konseya Ewlekariyê dike, da ku ji nû ve cezaya qedexekirina çekan li ser Îranê ferz bike.

Lê aliyên din ên lihevkirina nûklerî li dijî daxwaza Amerîka derdikevin…

Di vê çarçoveyê de, nûnerê Rûsiya yê Rêxistinên navnetewî Mikhail Ulyanov dibêje:

“Endamên konseyê, Amerîka aliyê lihevkirina nûklerî nabînin..”

Back to top button