Festîvala Lêlûn a Navneteweyî ya li kampên Berxwedan û Serdem di roja sêyemîn de li dar dikeve.
Duh 12 filmên kin û dirêj li ser azadî, berxwedan û diyardeyên ku mirovahî pêk tîne hatin pêşandan.
Mihrîcana Lêlûn a Navneteweyî di roja çaremîn de bi pêşandana fîlman didome.
Di roja sêyemîn a Festîvalê de, 12 fîlmên ji gelek deverên Cîhanê, li kampên Berxwedan û Serdem ên Şehbayê hatin pêşandan.
Duh li kampa Berxwedan, komek kurtefîlm û fîlmên dirêj ên ku navarokên wan girêdayî desthilat,
berxwedan û pirsgirêkên ku mirovahî bi erdê dike mîna nebikaranîna baş a avê, hatin pêşandan.
Fîlmên hatine pêşandan bi vî awayî ne.
Fîlmê H2o a derhêner Hydek Chun Hee Mok.
Fîlmê 1% a derhêner Justa Fu Qulity.
Fîlmê Password a derhêner Hesen Mihtarî.
Filmê The red mountain ango “Çiyayê Sor” a derhênerê Libnanî Kamil Herb.
Fîlmê “Step” ango gav ku derhêner Ajay Prakash Gujar ji Hindistanê beşdar bûye û dema wê 49 sanî ye.
Fîlmê “Nations like you” dewletên mîna te yê derhêner Ramî El-Cabirî ji Misirê beşdar bûye û dema wê 6 deqe û 48 sanî ye.
Li Kampa Sedem jî 6 fîlmên dirêj û kin hatin pêşandan, mijarên wan li ser pirsgirêkên civakî, azadiyê û fikrên radîkal ên DAIŞ’ê ne.
Fîlmê “Shanin” ê derhêner Salar Tehranî, ji Îranê beşdar bûye û dema wê saetek û 35 deqe ye.
Fîlmê “Gereral dream” ango “Xewan Giştî” yê her du derhêneran Dave Logic û Linda Hickett e ji Almanya beşdar bûne û dema wê 7 deqe ye.
Fîlmê “Best prize” xelata herî baş yê derhêner Wehîd Keferî, ji Iraqê beşdar bûye û dema wê 10 deqe ye.
Fîlmê “Angman” yê derhêner Cozêf Fewaz e, ji Îrlanda beşdar bûye û dema wê deqeyek e.
Fîlmê El-Berzex ê derhêner Hisên Husam e, ji Misirê beşdar bûye û dema wê 13 deqe û 12 sanî ye.
Di dawiyê de, fîlmê “Winged miracle” Baskên mûcîze ya derhêner Zehra Mîrza, ji Azerbeycanê beşdar bûye û dema wê 7 deqe û 35 sanî ye.
Tê zanîn ku wê 58 Fîlm di festîvalê de heta roja 27 Îlonê werin pêşandan.