Li Qersê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de biryara girtinê derheqê 12 kesên ku hatibûn binçavkirin de hat dayîn û li navçeya Meletiyê jî 5 kesên din hatin binçavkirin.
Dewleta Tirk di çarçoweya operasyona qirkirina siyasî li Qersê ya Bakurê Kurdistanê di 1’ê cotmehê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û di nav de 21 kes binçavkirin.
Tê payîn ku îro îfadeya Hevşaredar Şevîn Alaca û 5 kesên din were girtin.
Li navçeya Meletiya 5 kesên din hatin binçavkirin
Li navenda Meletiyê û navçeyên wê jî , di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin biçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Meletiyê.