Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ku 11’ê îlona 2020’an li Wanê şehîd bibû, li Şengalê ku kedeke wî ya mezin di parastina civaka Êzidî de hebû, ji aliyê şervanên YBŞ-YJŞ, nûnerên sazî û dezgehên Şengalê û hejmareke zêde ya xelkê Şengalê ve bi merasîmek hate bibîranîn.
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ku 11’ê îlona 2020’an li Wanê şehîd bibû, li Şengalê ji aliyê şervanên YBŞ-YJŞ, nûnerên sazî û dezgehên Şengalê û hejmareke zêde ya xelkê Şengalê ve bi merasîmek hate bibîranîn.
Bîranîn danê sibehê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke leşkerî destpê kir.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê fermandariya YBŞ’ê Dijwar Feqîr xîtabî şervanên YBŞ-YJŞ’ê kir.
Dijwar Feqîr diyar kir ku ji bo civaka êzîdî neyê tunekirin rastî komkujiyê neyê yê ku destpêkê mudaxaleyê fermanê kir yek jî Heval Egîd Civyan bû.
Dijwar Feqîr got:
“Dîsa li Şengalê rêxistinkirin û avakirina hêzên leşkerî û ewlehî, avakirina YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxanê de, avakirina sazî û dezgehên me yên civakî, dîsa bi keda hevalê Egîd û hevrêyên wî bûn.”
Fermandarê YBŞ’ê balkişand li ser komploya PDK û hikûmeta Iraqê û diayar kir ku ewê vê komployê qebûlnekin û valaderxînin.
Piştî merasîma leşkerî bernameya sazî û dezgeh û gelê Şengalê ya ji bo bîranîna Egîd Civyan destpê kir.
Nûner, endam û xelkên Şengalê di salona konferyansê de li ser kesayetî, têkoşîn, berxwedan û rola Egîd Civyan a pêşîlêgirtina fermanê de, axivîn.
Piştî axaftinan merasîm bi pêxistinan mûman û belavkirina xêra şehîd bidawî bû.