Li Tîgraya Etyopyayê şer hîna li dar e û herî dawî balafireke şer a hikumeta Etyopî hat xwarê..
Fermandariya Hêza Azadiya Tîgrayê ji ragihandinê re diyar kir ku hêzên wan bajarokê Eksom rizgar kir û balafireke şer a Etyopyayê jî anî xwarê.
Heman çavkaniyê anî ziman ku wan pîlotê balafirê jî dîl girtiye..
70 gorên tekane û komî li Tîgrayê hatin vedîtin
Televizyona fermî ya Etyopyayê jî, vedîtina 70 gorên tekane û komî, li bajarokê Hemîra yê li herêma Tîgrayê ragihand.
Lê heta niha der barê vê nûçeyê de, ti aliyê fermî daxuyanî nedane.