Piştî cezayên Amerîka yên li ser Tirkiyê û gurbûna aloziya navbera aliyan de, ji NATO peyama diyalogê hate dayîn.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg got,
divê Amerîka û Tirkiyê çareseriyekê ji bo S-400’an bibînin.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî serdana xwe ya li welatê Qeredax yê balkanê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Jens Stoltenberg diyar kir ku ji ber Amerîka û Tirkiye endamên NATO ne divê di mijara S-400’an de çareseriyekê bibînin.
Stoltenberg xemgîniya xwe ya ji derketina aloziyekê navbera du welatên hevpeymanên NATO yê de anî ziman û banga çareseriyekê li aliyan kir.
Kongresa Amerîka ji ber kirîna S-400’an di çarçoveya cezayên CAATSA de ceza li ser Pişesaziya Parastina Tirkiyê birîbû.