Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê turunvayên şetrenc û pîngpongê li dar xistin.
Turunuve bi destekdayîna werzîşê û ji bo ku behreyên ciwanan pêş bikeve pêk hatin.
Turnuve li hola werzîşê ya li herêma kargehan a bakurê Dêrazorê hat lidarxistin.
20 lîstikvan ji rojava û rojhilatê Dêrazorê tev li turnuvayê şantrancê bûn.
Her wiha ev cureya werzîşê ya herî zêde di nava ciwan û mêran de belav bûye.
Çar tîm jî beşdarî turnuvayê pîngpongê bûn, her tîmeke ji 2 lîstikvanan pêk hat.
Her wiha tîmên serkeftî hatin xelatkirin.