Buroya Jinan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê alîkariya malbatên koçber û hewcedar dike.
Piştî zêdebûna hejmara koçberan, buroyê komîteyek ji 15 endaman di nav de jin û mêr ava kir da ku rewşa koçberan bişopîne û alîkariyê li gorî pêwîstiyê li wan belav bike.
Alîkariyên mîna sotemenî, cilûbergên zivistanê, kelûpelên malan û alîkariyên xwarinê pêşkêşî derdora 80 malbatên koçber û hewcedar kirin.
Ji bo peydakirina derfetên kar ji jinên koçber re bi taybet ên jinebî û yên ku ji hevserê xwe cûda bûne re.
Endama rêveber a buroya jin a Reqayê Ewatif El-Îsa bang li xêrxwazan kir ku alîkariya koçberan bikin û alîkariyê ji sindoqê re pêşkêş bikin.