Her sê jinên Kurd li Dersim, Enqere û Colemêrgê hatin bîranîn

Jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin şehîdxistin, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin bibîranîn.
Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wê ji dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.

Her sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di sala 2013’an de li Parîsê bi sûîqestê şehîd bûn, li Dersimê hatin bîranîn.

Bîranîna ku wê li ser gora Sakîne Cansiz bihata kirin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Ji ber vê yekê, HDP’î û şêniyên herêmê ji bo bîranînê derbasî avahiya partiyê ya HDP’ê bûn.

Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Dersimê di merasîma bîranînê de axivî û di şexsê Leyla, Fîdan, Sakîne, Pakîze, Fatma û Sêvê de jinên şoreşger ên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr anî.

Ayşe Acar Başaran berxwedana Sakîne Cansiz a li zindana Amedê bi bîr xist û got:

“Sakîne Cansiz tevahiya jiyana xwe di oxira têkoşîna azadiyê de derbas kir.

Têkoşîna wê hîn jî li dîwarên zindana Amedê deng vedide.

Helwesta wê ku tuf li rûyê Esat Oktay kir, îro ji aliyê jinan ve li dijî êrişan tê nîşandan.”

Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wê jinên Kurd her tim tuf li rûyê kujeran bikin, ji bo baş bizanin ku jin wê dest ji têkoşînê bernedin.

Meclisên Jinê yên HDP’ê yên Enqere û Colemêrgê jî bi çalakî û daxuyaniyan komkujiya parîsê şermezar kirin û da zanîn ku ew ê mîrateya Sara, Fîdan û Leyla bi rûmet hilgirin.

Back to top button