Li navçeya Girê Spî, di encama teqînekê de, 3 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê, teqînekê li navçeya Girê Spî li deverên ku li jêr kontrola çeteyan ne, rû da.
Li gorî daneyên destpêkê, 3 kes hatin kuşin û 7 jî birîndar in.
Ji roja yekemîn a dagirkirina vî bajarî û gelek bajarên din ewlehî û aramiya sivîlan têkçûyî ye.