Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe beriya çend kêliyan rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê xwe rêya M4, gundê Mişêrfê û Xwaringeha Nexîl ku 3 km dikevin rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin zanîn.
Doh jî di heman seatên êvarî de dagirkran, rêya M4, gundê Hoşan, Xalidiye û Xwaringeha Seqir ku dikevin rojavayê navenda navçeyê, bi çekên giran topbaran kirin.