Li herêma bajarê Bane kolberekî din bû qurbana pergala faşîst a rejîma Îranê û ji aliyê hêzên wê ve hat kuştin.
Di çarçoveya êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li ser Kolberan û li gorî agahiyên Ajansa Rojnews’ê, duh bi şev li rêbenda Hengejan a bi ser bajarê Bane yê Sine ve, hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolber kir.
Di encamê de, kolberê bi navê Cebar Arif ê 21 salî jiyana xwe ji dest da.
Ev ne kesê yekem e ku bi guleyên hêzên rêjîma Îranê tê kuştin, beriya wî û hema bibêje rojane êrîşên bi vî rengê, li dijî sivîlan çêdibin.