Fermandariya Giştî ya QSD’ê: QSD li gorî qanûnên navnetewî tevdigere

Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ew weke aliyekî şer yê li Sûriyê di mijara parastina dibistanan, saziyên tenduristiyê û parastina kadroyên wan girêdayî qanûnên Navnetewî û Bîryarên Konseya Ewlekariyê ya NY ne.
QSD’ê bang li hemû aliyên şerê li Sûriyê jî kir ku li gorî qanûnên NY`yî re bigirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk îro rêzeperspektîfên li ser xizmetên tenduristiyê eşkere kir.

QSD`ê bi hevkariya rêxsitina “Têkoşîna ji bo mirovahiyê” di çarçoveya muzakereya ku hêzên wan di hezîrana 2019`an de bi NY`yî re pêk anîne de, perspektîfên leşkerî ji nû ve fomalîze kir.

Fermandariya giştî ya QSD’ê teqezî bi pabendbûna xwe bi qanûna navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî kir bi taybetî yên têkildarî parastina dibistan, saziyên tenduristiyê, kadro û tîmên tenduristiyê û parastina wan ji bandora şer.

QSD`ê got ku ew li gorî Qanûna Şerên Çekdarî, soz dide ku dê hemû tedbîran ji bo xwegihandin û pêkanîna xizmetên tenduristiyê ji bo hemû welatiyan bigire.

QSD’ê her wiha soz da ku karmendên lênêrîna tenduristiyê, alvên veguhestinê û dezgehên pêwendîdar ên li herêmên rastî bandorek neynî neyên.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de li ser misogeriya parastina kesên birîndar, nexweş û peydakirina xizmetên tenduristî ji wan re jî teqez kir.

QSD’ê got ku ew wekî yek ji aliyên sereke yê şerê çekdarî li Sûriyê li hemû herêmên di bin parastina xwe de pir hişyar bû ku rêzê li yasaya navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî re bigire.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bang li hemû aliyên şerê Sûriyê kir ku rêzê ji yasaya navneteweyî û biryarên NY`yî re bigirin û berjewendiya giştî ya gelê Sûriyê li ser esasê mafê wan ê ji tenduristriyê, di ber çav re bigirin.

Back to top button