Nivîskar Newal El-Sadawî duh li paytexta Misirê Qahîreyê jiyana xwe ji dest da.
Kongreya Star ji ber wefata Newal El-Sadawî peyamek sersaxiyê weşand.
Kongreya Star di peyamê de got:
Newal nivîskarek bû ku bi nivîsên xwe yên wêrek li dijî tevahiya cureyên cudakariyê têkoşiya û mafên jinan parastin.
Kongreya Star destnîşan kir ku tevî ji ber pirtûka xwe ya bi navê `Jin û Cins` gelek caran hatiye girtin, lê têkoşîna xwe domand, Komeleya Hevgirtina Jinên Ereb ava kir û rolek di avakirina Saziya Mafên Mirovan a Erebî de lîst.
Têkoşîna wê ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye mîras, nexasim pirtûkên wê yên ku dîroka jinên azad zindî kir.
Kongrê dawiyê got:
Newal di dîroka nûjen de ji girîngtirîn nivîskarên jin ên Misir û Afrîkayê ye. Piraniya temenê xwe di parastina mafên mirovan û jinan de borand.