Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn anî ziman ku dewleta Tirk peymanan binpê dike, lewra divê civaka navneteweyî bi erka xwe rabe.
Mihemed Şahîn diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên xwe bi êrîşên li dijî Eyn Îsayê, hewl didin ewlehî û aştiya li herêmê ji hev bixin.
Şahîn teqez kir ku QSDê peyman bi cih anî, lê dewleta Tirk û çeteyên wê ji roja yekemîn a peymanê, êrîşên xwe dikin..
Hevserokê Meclisa Rêveber a Firatê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û ji civaka navneteweyî xwest ku bi erka xwe ya exlaqî rabe û piştgiriya QSDê bike.