Belê ji bo cejna gelê kurd a netewî Newrozê gelek daxuyanî û peyam hatin dayîn.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê û Tevgera Jinên Azad TJA bi peyamên cuda cejna newrozê li tevahî gelê kurd pîroz kirin.
Ji bo Newrozê gelek daxuyaniyên pîrozbahiyê hatin dayîn.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê newroza 2019’an li gelê Kurd pîroz kir û got:
“Her sal em Newrozê wek cejna azadiyê pîroz dikin, di wê rojê de em zilm û dîktatoriyê red dikin.
Newroz bûye rihê ku li her derê em pê dijîn, ji zindanan heta çiyan û li her qada cîhanê.
Newroza îsal em bi şikakandina hemû bendên terorê yên fikrî û cesedî pêşwazî dikin.
Em weka TEV-DEM`ê , em ê rêya têkoşîna xwe dewam bikin da ku civakeke azad û hevgirtî ava bikin.”
TEV-DEM`ê cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û got;
Em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran û rizgarkirina her bihosteke ji axa me.
KNK: BILA NEWROZ BIBE BONEYA YEKÎTIYA GELÊ KURD
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bila Newroza 2019’an bibe çepera yekitî, tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir û wiha domand:
Em newroza 2019’an li gelê kurd pîroz dikin.
Em îsal cejna Newrozê bi serkeftina şerê Baxozê û bi têkbirina hêza hov a DAIŞ’ê, pêşwazî dikin.
Newroz ji bo me li hember zalim û dagirkeran roja serkeftinê ye.
Em vê serkeftinê di serî de li YPG-YPJ-QSD’ê , gelê Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.
KNK’ê destnîşan kir ku bila Newroza 2019’an bibe çeperê yekitî, tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.
TEVGERA JINÊN AZAD: DI NEWROZÊ DE WÊ BERSIV JI FAŞÎZMÊ RE BÊ DAYÎN
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heman Armancê jî peyamek belav kir:
TJA’ê di peyama xwe de diyar kir ku Newroza 2019’an bi rihê berxwedanê tê pîrozkirin.