Ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi hezaran kes gihiştine asta şehadetê û bi hezaran kes birîndar û gazî bûn.
Gaziyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan û şer kirin, diyar kirn ku hêviya wan û hevalên wan yên şehîd pêk hatiye û DAIŞ têk çûn.
Di şoreşa Rojava de bi hezaran keç û xort ji bo ku welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzên, tevli YPG, YPJ û QSD`ê bûn.
Ji van bi hezaran ji wan şehîd bûn û gelek jî parçeyek ji laşê xwe dan.
Gazî bi moral û coş tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn û diyar kir ku pir kêfxweş in.
Ji ber ku hêvî û armanca wan a esasî ew bû ku çeteyên DAIŞ`ê tune bikin.
Şervana YPJ`ê ya gazî Kajîn Kobanî wiha got:
Newroza 2019’an ji bo me sala serkeftinê ye, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê têk diçin,
Her wiha gaziyê bi navê Ferîdûn Xelîl jî wiha axivî:
Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî bajarê Kobanê kir, me ew paşve dan û herî dawî jî me li Baxozê ew têk birin.