Berî çend kêliyan û weke her roj, Dewleta Tirk û çeteyên xwe yên dagirker gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topabaran kirin.
Gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şerayê, careke din bûn armanca êrîşên dagirkeran.
Êrîş bi tangan pêk hat û balafirên bê mirov a dagirkeriya Tirk jî li ser herêmê geriyan.
Gundewarê herêma Şehbayê hat topbarankirin
Ne tenê navçeya Şera, Herêma Şehbayê jî vê sibehê û careke din bû armanca êrîş û topên dagirkeran.
Artêşa Tirk a dagirker û dovikên xwe vê sibeha derdora saet 9’an, gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê topbaran kirin.
Jixwe ji roja Çarşemê û heta îro gundên navborî yên Şehbayê rastî êrîşên dagirkeriyê tên.