Nûnerê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell diyar kir ku danûstendinên Peymana Nuklerî ya Îranê derbasî qonaxeke hesas dibe û da zanîn 2 hefte dem ji bo lihevkirinê heye.
Josep Borrell, her wiha tekez kir ku danûstendin li Viyana bê rawestandin didomin.
Almanya: Danûstendin di xeteke erênî de bi zehmetî dimeşin
Beriya civîna Wezîrên Derve yên YE`yê Wezîrê Derve ya Almaniya Hako Maas derbarê mijarê ji televizyona El-Erebiyê re axivî û got:
“Danûstendin di xeta erênî de ne, lê pir bi zehmetî dimeşin.
Ger em hemû xalên peymanê pêk bînin werin, wê rê li pêşiya Îranê were girtin û nikaribe bombeya nuklerî bi dest bixe.”
Civîna 4`an a danûstendinên bernameya nuklerî ya Îranê roja îna derbasbûyî li paytexta Awestûriya Viyanayê destpê kir.