Li Idilibê, di êrîşeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser hêzên hikumeta Şamê de, 4 leşkerên ya dawî hatin kuştin.
Alexander Karpov, cîgirê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsî ragihand ku çekdarin bi rêya fûzeyên hawin, hinek deverên artêşa hikumeta Şamê kirin armanc û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li gorî Karpov, ev êrîş li bakur-rojavayê herêma qaşo “bêçek” a parêzgeha Idlibê pêk hatiye.
Berî niha jî, 4 leşkerên Şamê di êrîşeke çeteyên Cebhet el-Nusrayê li eniya Cebel el-Zawiyê ya heman parêzgehê de hatin kuştin.