UNICEF: Li cîhanî derdora 48 milyon kes pêwîstiya wan bi ava vexwarinê heye

Di wextekî de ku dewleta Tirk a dagiker avê weke çekekî li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi kar tîne, NY hişyariya xeteriya bikaranîna ava vexwarinê li dijî jiyana bi milyonan zarokan da. Rêxistina UNICEF’ê ya NY diyar kir ku 12.2 milyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi ava vexwarinê heye.

Demsalên zûha, bi xwe re gelek nexweşî û astengiyan tîne, lê li deverine ku ava vexwarinê jî peyda nebe, helbet wê rewş bobelat be.

Di wextekî de ku dewleta Tirk a dagirker hem ava vexwarinê ya stasyona Elokê, hem jî ava çemê Feratê weke çekekî li dijî jiyana bi milyonan kes li Bakur û Rojhilatê Sûrî bikar tîne, NY rapora xwe ya girêdayî mijarê bi par ve kir.

Rêxistina zarokan UNICEF a girêdayî NY, bi raporekê diyar kir ku di serî de li Sûriyê, li 9 welatan li dijî çavkaniyên ava vexwarinê êrîş pêk tên û av weke çekekî tê bikaranîn.

Jixwe Tirkiye ava ku ji Serê Kaniya dagirkirî dihat Hesekê û gundewarê wê, ev zêdeyî 13 caran e qut dike.

Her wekî ji 27 Çileya îsal û heta niha jî, ji bilî 200 mtrekab ji para Sûriyê nade Çemê Firatê.

UNICEF: Li Sûriyê bêhtirî 12 milyon kes bê av in

UNICEF got:

Tenê li Sûriyê 12.2 milyon kes, Li 9 welatan, derdora 48 milyon kes pêwîstiya wan bi ava vexwarinê heye.

Birêveberê Programa Destwerdana Lezgîn a UNICEF Manuel Fontaine destnîşan kir ku “ava vexwarinê nabe weke rêbazekî şer bê bikaranîn.”

UNICEF: Nabe ava vexwarinê weke rêbazekî şer were bikaranîn

UNICEF’ê banga parastina lezgîn ji bo zarokan kir û da xuyakirin ku çi aliyê rêbazekî bi vî awayî bimeşîne, divê bê cezakirin.

Sêşemê jî Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hişyarî dabû û gotibû:

Ji ber qutikirina Tirkiyê ya ava çemê Feratê, niha çem bûye çavkaniya xetereyê.

Back to top button