Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heya niha dewleta tirk a dagirker sivîlan dike armanc, û bi kirinên xwe yên nemirovane dixwaze kurdan qir bike û destkeftiyên wan bin pê bike.
Girêdayî mijarê ‘ Toreya Çalakvanên Efrînê’ doseyeke belgekirî ku sûcên dewleta Tirk yên derheqê Efrîniyan ku 5 mehên destpêkê yên sala 2021’ê pêk aniye eşkere kir.
Li gor Toreya Çalakvanên Efrînê.
Çeteyên dewleta Tirk di nav 5 mehan de 12 kes li Efrînê revandin e.
6 Zarok û jin bi êşkenceyê kuştin.
6 Kesên temen mezin hatin binçavkirin û di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.
Duh endam û rêveberên partiyên siyasî yên Efrînê li navçeya Ehdasê,li dijî suçên şer ê dewleta Tirk daxuyaniyek dan û bang hêzên navdewletî kirin ku li heber kiryarên dewleta Tirk xwedî helwest bin.