Çalakî û nerazîbûn li Başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk roj bi roj mezin dibin.
Ciwanênên Wargeha Mexmûrê êrişên dewleta Tirk bi meşeke meşaleyî şermezar kirin.
Dayîkên Laçik Spî yên Başûrê Kurdistanê gotin ku ew şîrê xwe li yên ku piştgiriyê didin dagirkeran helal nakin.
Parlamenter û alimên dînî jî diyar kirin ger li dijî dagirkeriyê helwest neyê nîşandan wê başûr bê dagirkirin.
Êrişên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Berxwedana gerîlayan a li hemberî dagirkeran dewam dike.
Hikumeta Herêmê û Iraq hemberî dagirkeriyan bê deng in.
Lê di nava civak û raya giştî de roj bi roj nerazîbûn zêde dibin.
Ciwanênên Wargeha Mexmûrê dijî êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûr bi meşeke meşaleyê şermezar kirin.
Dayîkên Laçik Spî: Em şîrê xwe li yên piştgiriyê didin dagirkeran helal nakin
Komîteya Dayîkên Laçik Spî yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kom bûn û derbarê dagirkerî û êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Dayîkan bang kir ku leşkerên Tirk ji xaka Başûr werin derxistin û gotin:
“Ti cûdahiya gerîla û pêşmerge nînin, em xwe weke dayîkên hemû ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin dibînin. Em şîrê xwe li yên ku piştgiriyê didin dagirkeran jî helal nakin.”
Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr: Dijî dagirkeriyê îmze hatine komkirin
Komîteya Dayîkên Laçik Spî piştî ku derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyek da çû serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê.
Li ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê, parlamentera Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, li gel dayîkan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr da zanîn ku wan ji bo ku parlamentoya Iraqê taybet li ser dagirkeriya dewleta Tirk bicive, îmze kom kirine.
Dr. Yusif Mehmûd: Ne ji PKK’ê ba wê Qendîl mîna çiyayê Torabora yê Efxanistanê ba
Dr. Yusif Mehmûd jî ragihand ku ger li Qendîlê PKK nebûna, yan ji komek terorîst a radîlak lêbûya, wê mîna çiyayê Torabora yê Efxanistanê bûya û wê kontrolkirina wê zehmet bûya.
Dr. Yusif Mehmûd got ku ji bo êrişkirina aliyek din ên Kurdistanê bila ti kes nebe parêzvanê welatên cîran.
Mela Rêbwar Belxeyî: Dagirkeriya Tirkiyê dijî ol û gelê Kurd e
Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk ku gelek caran ola Îslamê ji bo dijminahiya Kurdan bi kar tîne, Mela Rêbwar Belxeyî ji Rojnews’ê re axivî û got dagirkeriya ku dewleta Tirk dike li dijî ol û gelê Kurd ye.
Mela Rêbwar Belxeyî daxwaz ji aliyên siyasî kir ku bi exlaqane û berpirsyarane nêzê rewşa heyî bibin û bi hev re ji bo yekrêziya Kurdan bikevin nava hewildanan.
Şêx Salar Suremeyrî: Wê xweda nefreta xwe li Erdogan bike
Her wiha Xudbebêjê bajaroka Şareban a parêzgeha Diyale Şêx Salar Suremeyrî jî berteka xwe dijî dagirkeirya Tirkiyê nîşan da û got ku wê xweda nefreta xwe li Erdogan bike.
Şêx Salar daxwaz kir ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê helwest were nîşandan û got ku ger helwest neyê nîşandan wê Başûr jî mîna Efrînê were dagirkirin.