Blinken: Tirkiye di gelek aliyan de weke endamekî NATO tev nagere

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken di axaftina xwe ya li pêşberî Senatoran de got Tirkiye weke hevalbendekî NATO tev nagere.

Antony Blinken di rûniştina Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYA yên li ser budçeya Wezareta Derve de bersiva pirsên senatoran da.

Blinken li ser pirsa Senatorê Demokrat Bob Menendez di derbarê Tirkiyê de got,

“Cûdahiyên me û Tirkiye ne veşartî ye.

Di gelek awayan de, Tirkiye wekî hevalbendê NATO’yê tevger nake. ”

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken got,

Wê hevdîtina Serokê DYE Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Erdogan de cudahiya fikrên navbera aliyan were nîqaşkirin.

Back to top button