Duh navenda bajarê Efrînê hat topbarankirin, di encamê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand di êrîşê de 18 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne.
Li gorî malpera “Efrînê Post” jî derdora bajarokên Nubul û Zehra yên Efrînê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne, bi mûşekan hatin armanckirin.
Malperê eşkere kir “Top li rêya otostrad a rojava û derdora avahiya hêzên Komandos a Tirkiyê û Dibistana” Feysel Qedûr “ya berê her wiha li ser rêya Siyase û Nexweşxaneya Avrîn ketin.”
Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê jî diyar kir ku ne hêzên hikumeta Şamê ne yên bajarê Efrînê topbaran kirine.